Silêman Ehmed 352 roj e girtî ye

Rojnamevan Silêman Ehmed 352 roj e ji aliyê PDK’ê ve girtiye. 29’ê Tîrmehê dadgehê 3 sal cezayê girtîgehê lê birîbû.

Silêman Ehmed 352 roj e girtî ye
10 cotmeh, 2024   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa erebî yê Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman Ehmed 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêşxabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê pê re bikin.

3’ê Hezîranê Dadgeha Sûc a Yek a Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya Silêman Ehmed wek 30’ê Hezîrana îsal diyar kir. Lê dadgehê bi hinceta dadwer ne amade ye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê neşandine, danişîn ji bo 29’ê Tîrmehê taloq kir. Di 29’ê Tîrmehê de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birî. Silêman Ehmed 352 roj e di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.

Herî dawî parêzerên Silêman Ehmed îtîraz li biryarê kir û dosyaya Silêman Ehmed radestî Dadgeha Temyîzê kir da ku biryara dawî bide.