Siberoja Filistînê rojeva rojnameyan e

Daxuyaniya Serokê Amerîkayê ya ku dibêje dê "bûyereke mezin" li Rojhilata Navîn biqewime bû egera gotûbêjên berfereh. Li aliyekî din di mijara Filistînê de Îsraîl xwe dispêre piştgiriya Amerîkayê.

Siberoja Filistînê rojeva rojnameyan e
29 îlon, 2025   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yê îro der barê daxuyaniyên dawî yên Serokê Amerîkayê Donald Trump de ku ew ê bi serokwezîrê Îsraîlê Bejamin Netanyahu re têkildarî krîtîkirina dosyaya Îsraîlê bicivie û mijara naskirina dewleta Filistînê ji aliyê Ewropa û navneteweyî ve, nivîsîn.

ˋTRUMP BEHSA "BÛYEREKE MEZIN" LI ROJHILATA NAVÎN DIKEˊ

Rojnameya El Ereb a li Londonê nivîsand ku daxuyanya Serokê Amerîkayê Donald Trump a dibêje "her kes ji bo bûyereke awarte li Rojhilata Navîn amade ye" bû sedema gelek gengşeşe û pirsan, ji ber ku herêm li benda destpêşxeriyekê ye ku bibe sedema agirbestekê li Xezayê.

Rojnameyê nivîsî ku daxuyaniya Trump tê wateya ku Amerîka dixwaze nîşan bide ku destpêşxeriya wê ne tenê wekî planeke siyasî ye, lê tê wateya guhertina nêzîkatiya Washingtonê ya ji bo pirsgirêka Filistînê.

Rojnameyê diyar kir ku daxuyaniya Trump dibe ku bibe destpêka ragihandina înîsiyatîfekê ku pêvajoyeke diplomatîk a nû li ser aliyan ferz bike.

Rojnameyê di nivîsa xwe de destnîşan kir ku di heman demê de daxuyanî ji bo Îsraîlê "peymaneke zextê" ye, berî hevdîtina ku tê payîn Trump û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pêk were. Dibe ku Washington ji Tel Avîvê bixwaze ku ji bo bidawîkirina êrişên leşkerî li Xezayê demekê destnîşan bike.

ˋPLANA BELAVKIRINA FINCANÊN JEHRÊˊ

Rojnameya Şerq El Ewset di gotarek xwe de îşaret pê kir ku "Benjamin Netanyahu hêvî dikir kesên ku ew wan weke dijminên Îsraîlê bi nav dikin, teslîm bibin, û bidawîbûna şer ji Qudsê ragihîne. Lê belê, di vê pevçûna demdirêj dawiyên wilo zû pêk nayên.

Rojnameyê diyar kir ku tevî tiştên ku Netanyahu wekî destkeftiyan dibîne jî, û ruxmî hêza wî ya leşkerî û teknolojîk, lê ew ji tenêmayîna Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî aciz e û li ser encamên agirbestê bi tirs e, di nav de jî îhtîmala avakirina dewletek Filistînî.

Rojname ev pirs kir, gelo Trump dê Netanyahu neçar bike ku fincana jehrê vexwe, û gelo plana Amerîkayê ew e ku fincana jehrê li aliyên şer belav bike?

ˋNASKIRINA DEWLETA FILISTÎNÊˊ

Rojnameya El Xalîc behsa naskirina Dewleta Filistînê ji aliyê Ewropî û dewletên din ên cîhanê kir, û gelek pirs û rexne li ser vê mijarê kirin, ka gelo dê bandorek pratîkî ya van naskirinan hebe yan tenê wê gavek sembolîk bimîne?.

Rojnameyê destnîşan kir ku "nakokî derdikevin holê û her kes heman pisê dike: Gelo naskirina Dewleta Filistînê tiştekî hestyarî ye yan gaveke dîplomatîk e ku nayê pêkanîn? An jî ew dişibihe naskirina 149 welatan, ku heta niha nekarîne şerê li Xezayê rawestînin? Ev tê vê wateyê ku naskirin bêwate ye; ew tenê tedbîrek dîplomatîk, protokolî ye, bêhna gelên serhildêr pê fereh dibe. "

(k)