Di teqîna li Minbicê de 3 kes hatin kuştin

Li bajarê Minbicê yê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin erebeyek teqiya, di encamê de 3 kes hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Di teqîna li Minbicê de 3 kes hatin kuştin
23 ÇILE, 2025   22:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li nava bajarê Minbicê dengê teqînekê hat bihîstin. Li gorî şahidan dengê hatiye bihîstin dengê teqîna erebeyekê li nêzî dibistana Zêdan Hinêzil a li nava bajêr bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî diyar kir ku li Minbicê erebeyek teqiya, li gorî agahiyên destpêkê 3 kes hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

(fr)