Lîsteya dawî ya endamên Desteyên Hilbijartinê li Hesekê û Kobanê hatin eşkerkirin

Lîsteyên dawî yên navên endamên Desteyên Hilbijartinê yên herêmên Hesekê, Qamişlo û Dêrik li parêzgeha Hesekê, her weha li daîreya Kobanê hatin eşkerekirin. Partiyên Kurdî jî nerazîbûna li xwe nîşan dan.

Lîsteya dawî ya endamên Desteyên Hilbijartinê li Hesekê û Kobanê hatin eşkerkirin
20 gulan, 2026   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel aSûriyeyê, di çarçoveya xebatên temamkirina avakirina saziyên hilbijartinê, lîsteyek dawî ya navên endamên Desteyên Hilbijartinan yên li parêzgeha Hesekê, ku Hesekê, Qamişlo û Dêrikê jî di nav de ne, weşand.

Li gorî biryarê, lîsteyên destpêkê yên ku li dayreyên Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Kobanê roja 18`ê gulanê hatine eşkerekirin, ji hêla Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel ve hatiye lêkolînkiri û bi awayekî fermî hat erê kirin.

Erekê endamên Desteyên Hilbijartinê ew e ku endamên parlementoya Sûriyeyê di nav dayreya xwe ya hilbijartinê de destnîşan bikin.

Li gorî daxuyaniyê, hejmara navên di Desteyên Hilbijartinê li Hesekê 172, li Dêrikê 104, li Qamişlo 251 kes in û li Kobanê 128 kes in.

Komîteyê diyar kir ku ji îro 20/5/2026`an pê ve li Kobanê, Hesekê, Qamîşlo û Dêrikê serlêdanên namzediyê ji bo hilbijartinên nerasterast ên "Meclîsa Gel" dest pê dikin

Duh 24 partî û rêxistinên li Rojavayê Kurdistanê, hejmara nûnerên Rojava yên ji bo parlamentoya Suriyeyê hatine diyarkirin red kir û diyar kirin ku nufusa Kurdan ji sedî 20 lewma divê nûnerên wan ên li parlamentoyê jî 40 bin.

 (k)