Sibe Cejna Ekîto ye 

Gelên Suryanî, Asûr û Kildan ji bo Cejna Ekîto ku wekî zindîbûna xwezayê, nasnameya çandî tê zanîn û xwedî dîroke 6 hezar û 774 salan e, amade ne. 

Sibe Cejna Ekîto ye 
Sibe Cejna Ekîto ye 
Sibe Cejna Ekîto ye 
Sibe Cejna Ekîto ye 
Sibe Cejna Ekîto ye 
Sibe Cejna Ekîto ye 
31 adar 2024   13:17
QAMIŞLO

Cejna Ekîto wekî sersala Suryanî, Asûrî û Kildan her sal 1’ê Nîsanê tê pîrozkirin. Li gorî salnameya Asurî-Suryanî 1’ê Nîsanê roja yekem a sala nû, destpêka demsala biharê ye. Di vê rojê de xweza xwe nû dike, çandinî tê kirin, lewma pîroz tê dîtin.

Cejna ku ji beriya serdema Sumeriyan ve dest bi pîrozkirina wê hatiye kirin, 6 hezar û 774 sale didome. Dime Sumeriyan de ev cejin ji 21’ê Adarê destpê dikir û heta 1’ê Nîsanê dom dikir. 

Bi minasebeta Cejna Ekîto wê li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku gelek welatiyên Asûrî-Suryanî-Kildan dijîn, wê pîrozbahî werin lidarxistin.

Cihên ku dê sibe (1 Nîsan) pîrozbahî werin lidarxistin wiha ne:

- Gundê Girê Şêran ê Tirbespiyê.

- Gundê Til Werdiyat ê Til Temirê.

- Gundê Hekîmiye yê bajarê Dêrikê.

Di pîrozbahiyan de wê axaftin werin kirin, komên çandê hunerên xwe pêşkêş bikin. Welatî jî bi cil û bergên xwe yên herêmî wê reng bidin şahiyan.

(şx)

ANHA