Seyare ji bo veguhestina gel derbasî Til Qerah bûn

Wesayîtên ji bo veguhestina gelê li Şehba û Şêrawa mabûn ketibûn rê û ji aliyê çeteyan ve hatibûn astengkirin, derbasî Til Qerah bûn.

Seyare ji bo veguhestina gel derbasî Til Qerah bûn
7 kanûn, 2024   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ku 29’ê Mijdara 2024’an li ser Til Rifat û Şehbayê pêk hatin, Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê bi armanca pêşîgirtina komkujiyan biryara veguhestina gel a ji bo herêmên bi ewle girt. Li ser biryarê di 2’yê Kanûnê (2024) de dest bi veguhestina gel a ji bo herêmên Rêveberiya Xweser hat kirin. 

Heta niha zêdetirî sed hezar welatî veguhestine Tebqa, Reqayê û bajarên din ên Herêmên Xweser. Lê hîn jî gelek welatî li Şehba û Şêrawa mane.

Ji bo veguhestina kesên mane jî, 50 otobus 3’yê Kanûnê (2024) ber bi Şehba û Şêrawa ve derketin rê. Lê li ketina bajarê Ehdasê ji aliyê çeteyan ve hatibûn astengkirin.

Li aliyê din komên çeteyan û saziya Barzaniyan (Saziya Xêrxwaziya Barzanî) hewldana bi zorê gel bibin Efrîna dagirkirî.

Piştî hewldanan îro seyareyên ku ji herêmên xweser derketibûn rê, ji bo veguhestina welatiyan derbasî herêma Til Qerah bûn.

Ger ku astengî neyê derxistin, çav li rê ye ku karwanê wesayitan welatiyan bigirin û vegerin.

(a)

ANHA