Li Eyn Îsayê meşa li dijî êrişan û koçberkirinê

Gelê Eyn Îsayê û koçberên ji Girê Spî li dijî koçberkirina şêniyên kontona Efrîn-Şehbayê meşek li dar xist û piştgiriya xwe bi QSDˈê re nîşan da.

Li Eyn Îsayê meşa li dijî êrişan û koçberkirinê
Li Eyn Îsayê meşa li dijî êrişan û koçberkirinê
Li Eyn Îsayê meşa li dijî êrişan û koçberkirinê
Li Eyn Îsayê meşa li dijî êrişan û koçberkirinê
Li Eyn Îsayê meşa li dijî êrişan û koçberkirinê
Li Eyn Îsayê meşa li dijî êrişan û koçberkirinê
Li Eyn Îsayê meşa li dijî êrişan û koçberkirinê
Li Eyn Îsayê meşa li dijî êrişan û koçberkirinê
Li Eyn Îsayê meşa li dijî êrişan û koçberkirinê
7 kanûn, 2024   14:37
EYN ÎSA

Koçberkirina şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê ya cara duyemîn a ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, bi meşeke girseyî li bajarê Eyn Îsayê yê kantona Firatê hat şermezarkirin.

Bi sedan welatiyên ji bajarê Eyn Îsayê û koçberên ji bajarê Girê Spî ji Çerxerêya Polîsên Leşkerî dest bi meşê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Em ê bi berxwedana gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirkeriyê têk bibin" hatin vekirin û alên QSD û Kongra Star hatin hildan.

Meş li Çerxerêya Şehîd Cûdî ya li naverasta bajar sekinî û axaftin hatin kirin. Hevserokê nivîsgeha PYDˈyê ya Eyn Îsayê Hezaî Mihemed êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û koçberkirina şêniyên kantona Efrîn-Şehba ya cara duyemîn piştî 2018ˈan, şermezar kir û got dewleta Tirk bi êriş û koçberkirinê dixwaze Mîsaqî Millî pêk bîne û Sûriyeyê û Iraqê îlhaq bike.

Hezaî Mihemed anî ziman ku gelên herêmê li dijî êrişên mêtingeriyê yên dewleta Tirk piştgiriyê didin QSDˈê.

Rêvebera rêxistina Kongra Star a bajarê Eyn Îsa Letîfa El Dehiş êrişên li ser herêmên Efrîn û Şehbayê û koçberkirina bi hezaran niştecihên wê şermezar kirin û got, heta herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar bibin dê li ber xwe bidin.

Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana QSDˈê" bi dawî bû.

(bb)

ANHA