Şêxê Durziyan banga rakirina ambargoyê kir

Şêx Hemûd El Henawî banga rakirina ambargoya li ser Siwêdayê kir.

Şêxê Durziyan banga rakirina ambargoyê kir
9 tebax, 2025   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêxê Misilmanên Miwehidîn ên Durzî Hemûd El Henawî li hember ambargoya li ser Siwêdayê bang li şêniyên Cebel El Ereb kir û got: "Şer ji bo tevahiya nifşan êdî bûye doza hebûn û çarenûsê."

Şêx Hemûd El Henawî daxuyaniyek li eywana şêxên Durzî ya li devera Sehwa El Betla da û rexne li hikumeta veguhêz û alîgirên wê kir û got “dev ji peyman û nirxan berdane û qebûl kirine ku bibin şûrê li ser stûyê bêgunehan û welat li bazaran firotine”.

Şêx Hemûd destnîşan kir ku “Siwêda tevî ambargoyê û tevî wêraniya binesaziyê jî li ber xwe dide”.

Şêx Hemûd El Henawî bang li şêniyan kir ku “pariyê xwarinê li hev par bikin” û piştgiriyê bidin hev û got: "Doz êdî bendeke siyasî nîn e, lê şerê hebûnê ye."

El Henawî, di serî de Şêx Miwefeq Terîf, spasiya hemû welat û gelên ku piştgirî daye Durziyan kir. Bang li civata navneteweyî jî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û dawî li ambargoyê bînin, korîdorên mirovî vekin, têkildarî sûcên li dijî Durziyan hatine kirin jî lêpirsînê bidin destpêkirin.

Şêxê Durzî anî ziman ku dê berxwedanê bidomînin, “bazarê li ser xwîna şehîdan nekin” û got: "Çiya dê heya serekftinê û firehiyeke nêzîk li ber xwe bidin.”

(bb)