Şêx Murşîd Xeznewî: Parastina Rojava ne tenê erkeke leşkerî ye

Şêx Murşîd Xeznewî li ser hesabê xwe X’ê  peyama parve kir û got: “Parastina Rojava ne tenê erkeke leşkerî ye, erkeke olî û wîjdanî ye.

Şêx Murşîd Xeznewî: Parastina Rojava ne tenê erkeke leşkerî ye
20 ÇILE, 2026   02:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêx Murşîd Xeznewî li ser hesabê xwe X’ê ku wêneyek şervanên YPJ’ê parve kir û bal kişand ser berxwedana Rojava.

Şêx Murşîd Xeznewî di peyama xwe de berxwedana Rojava nîşan da. Xeznewî di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya parastina axê û destkeftiyên gel û wiha got: “Ezê heta fîşeka xwe ya dawî li cem şervanên Kurd bimînim û di nava berxwedana Rojava de cih bigirim.”

Şêx Murşîd Xeznewî destnîşan kir ku parastina Rojava ne tenê erkeke leşkerî ye, di heman demê de erkeke olî û wîjdanî ye. Xeznewî diyar kir ku ew gelê xwe bi tenê nehêle û li dijî her cure êrişan dê li qadan be.

Xeznewî herî dawî bang li hemû pêkhateyên Kurdistanê kir ku li dora berxwedana Rojava bibin yek û got: “Heta dilopa dawî ya xwîna xwe ez li Rojava me.”