Şêx Hikmet El Hicrî: Rakirina cezayan gaveke ber kewandina birînan ve ye

Şêx Hikmet El Hicrî rakirina cezayan li ser Sûriyeyê wek "gaveke ber bi kewandina birîna nîştimanî ve" nirxand û banga rawestandina binpêkirin û parçebûna navxweyî kir.

Şêx Hikmet El Hicrî: Rakirina cezayan gaveke ber kewandina birînan ve ye
15 gulan, 2025   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê ruhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn Şêx Hikmet El Hicrî der barê rakirina cezayên DYA’yê yên li ser Sûriyeyê de daxuyaniyek weşand.

Şêx Hikmet El Hicrî hêvî kir ku rakirina cezayan bandoreke erênî li gelê Sûriyeyê bike û got: "Serkeftina welat serketina tevahiya Sûriyeyê ye. Rizgarbûna ji cezayan gavek ber bi kewandina birîna nîştimanî ve ye."

Şêx El Hicrî her wiha diyar kir ku biryara serokê DYA’yê Donald Trump a rakirina cezayan rizgariya ji bermahiyên rejîma Baasê ye.

Şêx Hikmet El Hicrî banga bidawîanîna binpêkirin, parçebûna navxweyî, rawestandina xîtaba kifur û xiyanetê kir. Ji bo xurtkirina rihê lêborîn û xwişk û biratiyê jî banga xebatê kir û wiha got: "Sûriyeya sivîl bi hemû pêkhateyên xwe çarçoveya yekgirtî ya siberojeke hêjayî gelê xwe ye."

(bb)