Şewatên li Laziqiyê û Hemayê belavî Humsê jî bûn

Şewatên li daristanên gundewarên Laziqiyê û Hemayê ku di roja 4’an de dewam dikin, gundewarên Humsê jî dane ber xwe.

Şewatên li Laziqiyê û Hemayê belavî Humsê jî bûn
16 tebax, 2025   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Şewatên ku li daristanên gundewarên Laziqiyê û Hemayê derketine, di roja 4’an de berdewam dikin. Ji ber bayê dijwar û erdnîgariya çiyayî şewatên li derdora gundên Nanûr Corîn ên gundewarên rojavayê Hemayê yên herî xeternak tên dîtin.

Li gorî çavkaniyên xwecih, giraniya şewatan niha li gundên Nehir Barid, Şeta û Corîn in û ji bo rêgirtina li ber berfirehbûna qada şewatan jî hewldanên mezin hene.

Çavkaniyan da zanîn ku şewatan îro daristanên derdora bajarokê Mermerîta yê li rojavayê Humsê jî daye ber xwe û metirsî hene ku bigihêjin gundên derdorê jî.

Di Tîrmeha îsal de li çiyayên Laziqiyê şewat derketibû û 12 rojan dewam kir. Li gorî daneyan, di encamê de zêdetirî 16 hezar hektar daristan, 2 hezar hektar zeviyên çandiniyê şewitîbûn. Ji ber şewatan 45 gundan zirar dît û bandor li nêzî hezar û 200 malbatan kir.

(bb)