Mehmûd El Mislit û Mesûd Barzanî li hev civiyan

Hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit li Hewlêrê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya.

Mehmûd El Mislit û Mesûd Barzanî li hev civiyan
16 tebax, 2025   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî îro li Seyrangeha Selahedîn a li Hewlêrê pêşwaziya hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Mehmûd El Mislit kir.

Hate diyarkirin ku her du aliyan rewşa siyasî ya li herêmê, bi taybet jî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirine. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkan girîngiya diyaloga di navbera aliyên siyasî û hikumeta veguhêz de nirxandin.

(bb)