Şervanên YPJ`ê bi boneya 4`ê Nîsanê dar çandin

Şervanên YPJ`ê salvegera 11`an a damezirandina YPJ’ê û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi çandina daran pîroz kir.

4 nîsan, 2024   09:38
HESEKÊ

Bi boneya salvegera 11`an a damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li navçeya Şedadê ya bajarê Hesekê şahiyek hate lidarxistin. 

Destpêkê, endama Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Sozdar Dêrik axivî û ev bone li Rêber Abdullah Ocalan, şehîdên şoreşa Rojava û jinan pîroz kir ku ji bo parastina destkeftiyan û axa Kurdistanê tê koşiyan.

Sozdar Dêrik got: "Jin bingeha jiyanê ne, bi destê pergalên baviksalar ên hegemon, ji rola wê ya xwezayî di civakê de hate dûrxistin, lê bi berxwedan û têkoşîna xwe hewl dide careke din vê rolê bilîze û ev tişt di têkoşîna jinên Kurd, Ereb, Ermen, Asûr û Suryan de diyar dibe ku deng û fikrên xwe kirine yek ji bo ku dawa azadiya xwe bikin."

Sozdar berxwedana yekîneyê li hember çeteyên DAIŞ`ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir û diyar kir ku ev berxwedan, ne tenê di aliyê leşkerî de bû lê belê li hember zihniyeta baviksalarî û kolekirina jinan bû.

Her wiha Sozdar Dêrik bi bîr xist ku tevlêbûna jinan di çalakiyên 8`ê Adarê de, peyameke diyar e ku têkoşîn û berxwedana xwe mezin kirine û ji bo ku zulmê bi dawî bikin û azadiyê belav bikin, bûne yek.

Di şahiyê de bernameyên hunerî û govend hatin pêşandan. Dûre şervanan bi boneya 4`ê Nîsanê (rojbûna Rêber Abdullah Ocalan) dar çandin.

(şx)

ANHA