Şervanên Minbicê êrişên dijî Bendava Tişrînê têk birin: 37 çete hatin kuştin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ji 3 aliyan ve li dijî Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê têk birin, di encamê de 37 çete hatin kuştin.

Şervanên Minbicê êrişên dijî Bendava Tişrînê têk birin: 37 çete hatin kuştin
18 kanûn, 2024   19:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên me ji herêmê dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji 3 aliyan ve êrişî Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê kir. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên çeteyan têk birin, di encamê de 37 çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn û alavên wan ên leşkerî hatin rûxandin. Lê heta niha derdora bendavê êriş dewam dikin. 

Piştî êriş hatin şikandin, şervanan li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker operasyona paqijkirina bendavê û derdora wê da destpêkirin.

(fr)