SOHR: Îsraîl bi kûrahiya 9 kîlometreyan derbasî gundewarê Derayê bûye

SOHR'ê da zanîn ku hemwextî nakokiyên zêde li ser sînorê Sûriyeyê yê bi ser Colana dagirkirî ve hêzên Îsraîlê bi kûrahiya 9 kîlometreyan derbasî gundewarê Derayê yê başûrê Sûriyeyê bûye.

SOHR: Îsraîl bi kûrahiya 9 kîlometreyan derbasî gundewarê Derayê bûye
18 kanûn, 2024   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku artêşa Îsraîlê bi kûrahiya 9 kîlometreyan derbasî xaka gundewarê bajarê Derayê yê başûrê Sûriyeyê bûye.

SOHR'ê destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê, piştî hişyarî da şêniyên herêmê ku çekên xwe radest bikin, derbasî gundê Koya û bendava El Wehdê yên nêzî sînorê Sûriye-Urdunê bûye, li nuqteyên stratejîk xwe bih cik kir.

Her wiha SOHR'ê daxuyand ku hêzên Îsraîlê kete tûgaya 74ˋan a li derdora gundê Seyda ya li ser sînorê îdarî ya di navbera parêzgehên Quneytera û Derayê de.

(mh/fr)