Şervanên Minbicê 2 dironên artêşa dagirker xistin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê du balafirên bê mirov ên bi çek ên artêşa Tirk a dagirker xistin xwarê.

Şervanên Minbicê 2 dironên artêşa dagirker xistin
25 cotmeh, 2024   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê xistina du balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: " îro (Înê), 2 balafirên bê mirov ên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker xwestin êrişî gundê El Mohsenlî yê bakurê rojavayê kantona Minbicê bikin. Lê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê her du balafir xistin xwarê."

(bb)

ANHA