Dewleta dagirker ji sibehê ve êrişî 40 deverên herêmê kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku ji saetên serê bihê (25 Cotmehê) 40 gund, bajar, kargeh, bendên kontrolê û navendên petrolê bi dehan caran topbaran û bombebaran kirine.

Dewleta dagirker ji sibehê ve êrişî 40 deverên herêmê kir
25 cotmeh, 2024   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhılatê Sûriyeyê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji serê sibehê (25 cotmeh 2024) heta danê nîvro pêk hatine de daxuyaniyek belav kir. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên sîstematîk ên dewleta Tirk a faşîst li ser herêmê ranewestiyane, gelek navendên xizmetguzariyê bûne hedef û sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de têkildarî cihên bûne hedefa êrişan û encamên wan ev agahî hatin parvekirin:

KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker bi rêya balefirên bêmirov û biçek gelek navendên xizmetguzarî û tenduristiyê yên li bajarê Kobanê kirin hedef. Di êrişan de Nexweşxana El-Amel, Mîla Genim, Yarîgeha Kobanê, Salona Dawetê ya El-Furat, sîloyên genim û benda kontrolê ya hêzên a rêya Cerablusê hatin bombebarankirin. Di êrişa li ser sîloyên genim de karkerekê jiyana xwe ji dest da, 8 karker jî birîndar bûn.

QAMİŞLO

Balafireke keşfê 2 caran li pey hev baregeh û 2 caran jî noqteyeke hêzên me bombebaran kirin.

AMÛDÊ

Balefirek bê mirov û biçek bendeke kontrolê ya hêzên me ya li ser rêya Amûdê-Dirbesiyê bombebaran kir.

TIRBESIPIYÊ

Artêşa Tirk a dagirker nuqteyeke petrolê ya li nêzî qada petrolê ya Owêda careke din bi 2 topên hawanan kirin hedef. Balafireke bêmirov û biçek jî 2 caran qada petrolê ya Owêda bombebaran kir.

Her wiha parzûngehên petrolê yên li nêzî zeviyên Owêda jî bi 17 êrîşên li pey hev bûn hedefa balafirên bê mirov.

DÊRİK

Balafireke bê mirov û biçek nuqteyeke hêzên me kir hedef.

Kargeheke torbeyan jî 8 caran li pey hev ji aliyê balafirên şer ve hate hedefgirtin.

MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zêdetirî 25 topên hawanê êrişî gundên El-Mohsenlî, Ereb Hesen, Bozkeyêc, Um Celûd, Um El-Dadat, Um Adesa, El-Farat, El-Dendaliye, Qeriyt Wêran, El-Kewkli, El-Buweyhic û El-Mawasin kirin.

Her wiha artêşa dagirker gundên bakurê Minbicê topbaran kirin. Topên hawanê li malên sivîlan ketin û di encamê de 2 zarok bi giranî birîndar bûn.

EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Kitkaniya, Xirbet El-Beqer û Sîdon bi zêdeyî 10 topên hawanan kirin hedef.

Kampa Eyn Îsa jî bi 4 topên hewanê hate hedefgirtin.

ZIRGAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Muherremla, Aniq El-Hawa, Tel Hermel, Rebîat, Tel El-Werd û benzînxaneya Ebû Kermo ya li başûrê bajarokê Zigganê bi 86 topên hawanê kirin hedef.

ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi 4 topên hawanê careke din bajarokê Til Rifet topbaran kirin. Gundê Til Sewsan û derdora kampa Serdemê jî kirin hedef û di encamê de sivîlek birîndar bû.

Êrîş û bombebaranên dewleta Tirk ên li ser herêmên me bênavber dewam dikin.

(a)

ANHA