Şervanê QSDˋê Salih El Şêx hat oxirkirin

Bi merasîmeke heybet xelkê Til Temirê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSDˋê şehîd Salih Omer El Şêx ê ku di berxwedana Minbicê li hember êrişên Tirkiyeyê û çeteyên wê de şehîd bû, spart axê.

Şervanê QSDˋê Salih El Şêx hat oxirkirin
Şervanê QSDˋê Salih El Şêx hat oxirkirin
Şervanê QSDˋê Salih El Şêx hat oxirkirin
Şervanê QSDˋê Salih El Şêx hat oxirkirin
Şervanê QSDˋê Salih El Şêx hat oxirkirin
Şervanê QSDˋê Salih El Şêx hat oxirkirin
Şervanê QSDˋê Salih El Şêx hat oxirkirin
Şervanê QSDˋê Salih El Şêx hat oxirkirin
Şervanê QSDˋê Salih El Şêx hat oxirkirin
13 kanûn, 2024   15:16
HESEKÊ

Xelkê Til Temirê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Salih Omer El Şêx ê ku di berxwedana Minbicê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bû spart axê.

Di merasîmê de xelkê bajêr û pêkhateyên herêmê, endamên Rêxistinên Ciaka Sivîl û nûnerên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê beşdar bûn. Merasîm li goristana şehîdan a Til Temirê ya li taxa Til Ehmer hat lidarxistin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Mihemed Eliyat axivî û got: "Em îro şehîd Salih Omer El Şêx ku asta şehadetê di şerê rûmet û şerefê de qezenc kiriye, oxir dikin. Tu gotin têra mafê şehîd nakin."

Li aliyekî din jî endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Mihemed Hesen El Hesen behsa astengiyên li hember herêmê kir.

El Hesen wiha got: "Bi şehadeta şervan Salih El Şêx re divê em mezinahiya komployên li dijî herêmên me bizanin. Di vê dawiyê de hewl didin di nava pêkhateyên herêmê de fitneyê derxin. Divê em hişyar bin û ji van hewldanan re amade bin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Salih Omer El Şêx hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Şehîd bi tilîliyên dayikan hat oxirkirin.

(fr)

ANHA