Şervan Muslim: Konferansa Polonyayê ji Zanîngeha Kobanê re deriyên hevkariyê vekirin

Endamê Rêveberiya Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim, di Konferansa 8ˊemîn a Aborî, Rêveberî û Siyasetê li bajarê Szczecê yê Polonayê hat lidarxistin de  diyar kir ku beşdariya wan hişt ku asoyên hevkariya akademîk ji Polonyayê heta bi dewletên Ewropayê berfirehtir bibe.

Şervan Muslim: Konferansa Polonyayê ji Zanîngeha Kobanê re deriyên hevkariyê vekirin
28 gulan, 2026   07:50
KOBANÊ
DICLE EHMED

Li peymangeha Rêveberiyê ya Zanîngeha Szezecê yê Polonyayê di 25ˊê Gulanê de çalakiyên Konferansa 8ˊemîn a Jimaryarî, Karsazî, Aborî û Siyasetê, bi beşdariya akademisyen, lêkolîner û pisporên ji tevahî dewletên cîhanê û şandeyek ji Zanîngeha Kobanê hatin lidarxistin.

Xebatên konferansê bi şahiyeke pêşwazîkirin digel atmosfêreke akademîk hat destpêkirin. Konferans bû derfetek ji bo hevdu naskirin, pevguhertina misyon û ramanan di navbera lêkolîner û pisporên beşdar de.

konferansê gihîşt Polonyayê. Di konferansê de hejmarek akademîsyenên ji çend zanîngeh û saziyên perwerdehiyê beşdar bûn.

Armanca konferansê xurtkirina hevkariya akademîk û danûstandina pisporiya zanistî di navbera saziyên perwerdehiyê yên beşdar de ye.

Di roja sêşemê ku roja sereke ya konferansê bû, rêzesemîner, xelekên nîqaşê û rûniştinên zanistî hatin organîzekirin. Di van çalakiyan de zehmetî û arasteyên ûjen di warên aborî, rêveberî û siyasetên giştî de hatin nîqaşkirin. Çalakî saet ji 9ˊê sibehê heta 4ˊê êvarê dewam kir.

Çalakiyên roja destpêkê bi şahiyeke fermî û atmosfêreke ku bal kişand ser girîngiya hevkariya akademîkî ya navneteweyî û pevguhertina pisporiyên zanistî di navbera zanîngeh û lêkolîneran de bi dawî bûn.

Xebatên konferansê di roja duyemîn a dawî de bi rûniştinên zanistî û pêşkêşkirina lêkolînên beşdaran û bi rêya onlinê dewam kirin. Wê jî hişt ku beşdariya berfireh a lêkolîneran bi rêya onlinê çêbibe, firsetên diyaloga akademîk û pevguhertina nasînan di navbera beşdarên ji tevahî cîhanê de di çarçoveya Konferansa ICABEP 2026ˊan de afirandin.

Têkildarî mijarê, endamê Rêveberiya Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim ku beşdarî konferansê bûye ji ajansa me re axivî. Muslim anî ziman ku beşdariya zanîngehê di çarçoveya hevkariya li gel Zanîngeha Szczecê ya Polonyayê de pêk hat. Zanîngeha Kobanê jî di Komîteya amadekar a konferansê de bû.

Muslim wiha berdewam kir: "Em dikarin bêjin ku roja dawî ya konferansê de baş û erênî bû. Bi nîqaşên girîng derbas bûn."

Muslim diyar kir ku beriya salekê peymana hevkariyê di navbera Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Szcecê de pêk hat. Di bendan de hevkariya akademîk a siberojê hebû. Li ser vê bingehê ev beşdarbûna li konferansê çêbû.

Muslim destnîşan kir ku konferansê derfeta naskirina hejmarek ji zanîngehên navneteweyî û cîhanê peyda kir. Şandeya Zanîngeha Kobanê hevdîtin bi nûnerên wan zanîngehan re li dar xistin, misyonên têkildarî rewşa perwerdehiyê û rêbazên pêşxistina wê, projeyên siberojê yên dikevin berjewendiya xwendekaran hatin nîqaşkirin.

Di dewama axaftina xwe de Muslim diyar kir ku zimanê Kurdî di konferansê de û bi nûnerên zanîngehên beşdar de ji rojevên girîng bû. Hin zanîngehan eleqeya xwe bi derbaskirina zimanê Kurdî di bernameya xwe ya akademîk de anî ziman.

Muslim got: "Me soz da zanîngehên beşdarî konferansê bûne ku em ê bi rêya şandina kadroyên perwerdê yên taybet bi zimanê Kurdî piştgiriyê bidin wan. Li kêleka wê jî ew ê materyalên taybet bi zimanê Kurdî li wan zanîngehan zêde bikin."

Di dawiyê de Şervan Muslim anî ziman ku şandeya Zanîngeha Kobanê dê piştî konferansê li hejmarek dewletên Ewropayê geran bikin, serdana zanîngehên cuda bikin ku ezmûnên xwe yên perwerdehiyê ji wan re pêşkêş bikin û rewşa xwendekarên Kobanê, êş û hêviyên wan veguhêzin, da ku firset û destkeftiyên baştir li ser asta akademîkî ji wan re pêk bînin.

(fr)

ANHA