Şêniyên Çilaxayê: Naskirina mafên gelê Kurd di destûrê de daxwazeke bingehîn e

Şêniyên ji bajarê Çilaxayê diyar kir ku fermîkirina mafên gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyeyê de mafekî rewa û bingehîn e û her hewldanek paşguhkirinê red kir.

Şêniyên Çilaxayê: Naskirina mafên gelê Kurd di destûrê de daxwazeke bingehîn e
28 gulan, 2026   04:05
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Gelên li Sûriyeyê daxwaza nivîsandina destûreke nû dikin. Der barê mijarê de şêniyên Çilaxayê diyar kir ku divê mafên Kurdan wekî pêkhateyeke welêt di destûrê de werin naskirin.

Casim Zirarî diyar kir ku destkeftiyên gelê Kurd ên niha bi saya qurbaniyên şehîdan pêk hatine,  ku jiyana xwe ji bo parastina rûmet û azadiyê dane. Zirarî da zanîn ku Kurd bi dehan salan ji êşa paşguhkirin û bêparkirina ji mafên xwe yên herî bingehîn êş kişandine.

Zirarî destnîşan kir ku gelê Kurd, wekî gelekî dîrokî xwedî doz, nasname û çand, mafê wî heye ku di nav dewletek demokratîk de bi azadî û rûmet bijî.

Zirarî lê zêde kir ku daxwazên Kurdan ne xêra kesî ne, lê mafên rewa yên bi ziman, çand û nasnameya Kurdî ve girêdayî ne. Her wiha da zanîn ku gelê Kurd dê careke din paşguhkirinê qebûl neke, bi taybet piştî qurbaniyên mezin ên ku ji bo bidestxistina azadî û naskirina mafên xwe dane.

Nezha Seyfeddîn jî got gelê Kurd, piştî salên têkoşînê, tevî polîtîkayên dûrxistin û gefên ku pê re rû bi rû mane, kariye hebûn û îradeya xwe îspat bike.

Nezhayê diyar kir ku Kurd gelekî wiha ye ku bi sedan salan li ser axa xwe ya dîrokî hene, û mafên wan heye ku di destûra nû ya Sûriyeyê de werin parastin. Nezha da zanîn ku misogerkirina mafên Kurdan û pêkhateyên din ên civaka Sûriyeyê gavek girîng e ber bi avakirina Sûriyeyeke piralî û demokratîk ve.

Elî Şêx Tahir diyar kir ku gelê Kurd îro bi saya qurbaniyên şehîdên ku parastina Kurdan li dijî polîtîkayên qirkirin û dûrxistinê kirin, xwedî îrade û hebûn e.

Şêx Tahir got ew qebûl nakin vegerin serdema berê ku tê de ji mafên xwe yên bingehîn bêpar bûn û da zanîn ku naskirina rastîn û destûrî ya mafên gelê Kurd daxwazeke bingehîn e.

(k)

ANHA