Sersaxî ji malbatên şehîd Herdem û şehîd El Hemada re hat xwestin

Bi sedan şêniyên Hesekê û koçberên ji Efrînê û Serêkaniyê berê xwe da konê sersaxiyê û ji malbata şervanê QSD'ê Herdem Gabar (Beşîr Mihemed) û şervanê Erka Xweparastinê şehîd Mihemed Ehmed El Hemada re sersaxî xwest.

Sersaxî ji malbatên şehîd Herdem û şehîd El Hemada re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Herdem û şehîd El Hemada re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Herdem û şehîd El Hemada re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Herdem û şehîd El Hemada re hat xwestin
25 sibat, 2025   14:11
 HESEKÊ

Îro li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê Ji  bo şervanê QSD'ê Herdem Gabar (Beşîr Mihemed) ê di 18'ê Sibatê de li Dêr Hafirê şehîd bûbû û şervanê Erka Xweparastinê Mihemed Ehmed El Hemada ku 20'ê Sibatê li Hesekê şehîd bûbû,konê sersaxiyê hat vedan.

Bi dehan koçberên ji Efrînê û Serêkaniyê, şêniyên Hesekê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser û meclisên leşkerî berê xwe dan konê sersaxiyê û sersaxî dan malbatên şehîdan.

Piştî deqeyek rêzgirtin endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba Emel Qehreman axivî.

Emel sersaxî ji  her du malbatên şehîdan re xwest û diyar kir  ku bi saya van şehîdan îro destkeftiyên şoreşê tên parastin.

Emel behsa berxwedana li bendava Tişrînê kir û wiha got: "Dema mirov diçe bendava Tişrînê bi rastî berxwedana ku li wir tê qewiman tu carî bi gotinan  nayê vegotin. Divê her kes çûyîna bendavê ji bo xwe erke bibîne û biçin bendavê. Şervanên ku li bendava Tişrînê ku li ber xwe didin zarokên me ne. Ji bo wan çi bê xwestin em amede ne. Em ê her tim xwedî li şervan û zarokên xwe derkevin. Em ê şopdarên şehîdên xwe bibin."

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Kantona Cizîrê Birûsk Hesekê axivî û sersaxî ji  her du malbatên şehîdan re xwest û wiha got: " Tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî dagirkeriyê şer dikin. Em ê jî armaca şehîdên xwe pêk bînin û herêmên dagirkirî rizgar bikin." 

Her wiha endama Kongra Star Cîhan Xalid wiha got: "Şehîdên me çawa li ser şopa hevalên xwe meşiyan û îro gihiştin asta şehadetê em ê jî li ser şopa wan bimeşin heya ku em digihêjin azadiya fizîkî ya Rêber Apo û rizgarkirina tevahî xakên dagirkirî."

Dûre hevserokê Meclisa PYD'ê ya Hesekê Ferhan Dewûd bal kişand ser berxwedana gel a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet berxwedana li bendava Tişrînê û got: "Berxwedana bendavê, berxwedana hebûn û tunebûnê ye. Ji ber vê jî berxwedana me wê berdewam be."

Di dawiyê de jî li ser navê malbata şehîd Herdem, apê şehîd, Nûrî Mihemed axivî û di şexsê şehîd Herdem û Mihemed de tevahî şehîdên kurdistanê û Berxwedana Serdemê bi bîr anîn.

Nûrî Mihemed diyar kir ku wê her tim şopdarên rêya şehîdan bin û tu carî berxwedan û vîna gel nayê şikandin.

(zş/bb)

ANHA