Sersaxî ji malbata şehîd Egîd re hat xwestin

Şêniyên bajarên Girkê Legê, Dêrik, Çilaxa sersaxî da malbata şervanê QSDˊê şehîd Egîd Girkê Legê, soza parastina destkeftî û fedakariyên şehîdan da.

Sersaxî ji malbata şehîd Egîd re hat xwestin
3 hezîran, 2026   20:07
QAMIŞLO

Şêniyên bajarên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa li Qada Navenda Hêzên Parastina Civakî ya bajarê Girkê Legê sersaxî da malbata şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Egîd Girkê Legê. Egîd Girkê Legê di 18ˊê Çileyê de şehîd bû.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Qehreman Mihemed axivî û got: "Şehîd Egîd di oxira parastina gel û xaka xwe de tev li têkoşînê bû, di oxirê de canê xwe da. Îro jî erka me ye ku em nirx û pransîbên di oxira wê de şehîd hatine dayîn biparêzin."

Li aliyekî din jî, rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Cizîrê Mihemed Ebdurehîm got herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe. Pêdivî bi hişmendî û berpirsiyariyê heye ku li hember astengiyan were sekinandin û parastina destkeftiyên şehîdan erka li ser tevahiyan e.

Di dawiyêd e wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA