Asayîşê li Hesekê tevgera motorsiklêtan qedexe kir

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn “Asayîş” a Parêzgeha Hesekê têkildarî qedexekirina tevgera motorsiklêtan li parêzgeha Hesekê heta demeke nediyar biryarnameyek da.

Asayîşê li Hesekê tevgera motorsiklêtan qedexe kir
3 hezîran, 2026   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn “Asayîş” a Parêzgeha Hesekê der barê qedexekirina tevgera motorsiklêtan bi tevahî cureyên wê di sînorê îdarî yê parêzgehê de biryarnameyek da.

Di biryarnameyê de hat diyarkirin ku li ser bingeha pêdiviyên berjewendiya giştî û di çarçoveya parastina ewlehî û aramiya welatiyan de, piştî şopandina zêdebûna rêjeyên sûc û qezayên têkildarî bikaranîna motorsiklêtan de ev biryarname hat girtin.

Li gorî biryarnameyê, tevahî yekîne û dewriyeyên ewlehiyê hatin erkdarkirin ku bicihanîna biryarnameyê û girtina tedbîrên guncaw li dijî muxalifan bişopînin.

Hat destnîşankirin ku wê ger biryarname were binpêkirin wê motorsiklêt werin hecizkirin û tedbîrên yasayî û îdarî li dijî ajokar an jî xwediyê wê tên girtin.

Di dewama biryarnameyê de hat diyarkirin ku muxalif berpirsiyariya yasayî ya binpêkirina kiriye hildigire.

Fermandariyê diyar kir ku ev tedbîr di çarçoveya hewldanên kêmkirina zêdegaviyên ewlehiya navxweyî tehdîd dikin de û ji bo xurtkirina ewlehî û îstîqrara li parêzgehê pêk tên.

(fr)