Serokkomarê Îranê serdana Hewlêrê kir

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan piştî hevdîtinên li Bexdayê, serdana Hewlêrê kir. Pizîşkiyan li balefirgeha Hewlêrê ji aliyê serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Serokkomarê Îranê serdana Hewlêrê kir
12 îlon, 2024   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan serdana Hewlêrê kir. Pizîşkiyan li balefirgeha Hewlêrê ji aliyê serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Wê Pizîşkiyan li gel Nêçîrvan Barzanî bicive û li ser çend mijarekê baxivin.

Wê piştî hevdîtinên li Hewlêrê, Pizîşkiyan serdana Silêmaniyê jî bike û li gel Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bicive. Piştre jî wê serdana çend bajarek din ên Iraqê bike.

Ji dema Pizîşkiyan bûyî serokkomarê Îranê ve ev yekem geşta wî ya ji bo dervey welate.

Duh Pizîşkiyan serdana Bexdayê kir, li gel berpirsên payebilind ên Iraqê civiya û 14 lihevkirinên di navbera Iraq û Îranê de îmze kir.