Serokê YNK’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê re civiya, tê gotin di civînê de mijarên sereke rewşa Iraq û herêmê bû.

Serokê YNK’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya
3 gulan, 2024   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li rexa nûçeyên ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê û piştî serdana cîgirê serokê PDK’ê ya ji bo Bexdayê, serokê Yekîtiya Nîştiman ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî jî çû Bexdayê.

Li gorî daxuyaniya ofîsa serokwezîrê Iraqê, Bafil Talebanî bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî re civiyaye. Hate gotin ku di civîna her du aliyan de behsa tedbîrên hikumetê yên jibo reformên aborî, rêvebirina bernameyên hikumetê hatiye kirin.

Herwiha hate gotin ku Sudanî û Talebanî di civîna xwe de rewşa Iraq û herêmê guftugokirin. Di daxuyaniya serokwezîrê Iraqê de behsa hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê nehatiye kirin.

Lê li gorî medya YNK’ê mijara sereke ya civînê, hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê bû.