Şehîd Artêş û Alan ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), şervanên Lîwaya Qamişloyê şehîd Artêş Qamişlo (Artêş Hesen) û Alan Qamişlo (Şahîn Silêman) oxir kirin.

13 tebax, 2026   12:56
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo û şervanên Lîwaya Qamişloyê, şehîd Artêş Qamişlo (Artêş Hesen) û Alan Qamişlo (Şahîn Silêman) ku di 11’ê Tebaxê (2026) de şehîd ketine, oxir kirin. 

Gel cenazeyê şehîdan li ser milan ji Morgê anîn Pakrawangeha Şehîd Delîl Saroxan û gel bi dirûşmên “Şehîd namirin” şehîd pêşwazî kirin. Merasîma oxirkirinê bi kêliyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan û merasîmek leşkerî dest pê kir.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Cemîl sersaxî ji gelê Qamişloyê û gelê Kurd re xwest û wiha got: “Em di kesayeta her du lehengan û fermandar Egîd de, tevahî şehîdan bîr tînin. Eger îro em nefesekê distînin, encama keda şehîdan û Rêber Apo ye.”

Li ser navê Meclisa Îslama Demokratîk şêx Omer Hemîd jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Salên dirêj ji şer, em her tim zarokên xwe didin ji bo rûmeta welatê xwe. Ev şehîd bûne pêşengên şoreşê.”

Fermandarê Lîwaya Qamişloyê Bawer Qamişlo jî sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê herêmê re xwest û got: “Şehîdên gelê Kurd, mirovahiyê û Sûriyeyê ne. Her du şehîdan di salên herî dijwar de li dijî DAIŞ’ê tê koşiyan û gelê Kurd parast. Gelek aliyên qirêj hene dixwazin tevlîheviyan çêbikin. Em ji wan re dibêjin, em ji wan mezintir in, gelê Sûriyeyê tavahî yek in. Em ê heta dawiyê vî gelî biparêzin. Ew kesên ku destê wan di xwîna hevalê me de hene dê hesab bidin. Şehîd namirin.”

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Şehîd Alan û Artêş ji aliyên gel ve hatin oxirkirin.

Di 11`ê Tebaxê de li gundê Tewîl Herb ê Qamişloyê komeke çeteyan, li dijî xaleke leşkerî ya Lîwaya Qamişlo ya girêdayî artêşa Sûriyeyê êrişek pêk anî. Di encamê êrişê de, Artêş û Alan şehîd ketin.

(bî)

ANHA