Serokatiya Ruhanî ya Durziyan alîkariyên mirovî pêwazî dike

Serokatiya Ruhanî ya Durzî alîkariyên navneteweyî yên ji bo Siwêdayê pêwazî dike, daxwaza rawestandina êrişan û tehrdîkirina çapemeniyê kir. Serokatiyê fitne, nakokiyên olî yan jî irqî red kirin. Ev daxuyaynî, piştî daxuyaniyên fermî yên hikumeta veguhêz ku alîkarî red kirin û karwan vegerî Şamê, hatin dayîn.

Serokatiya Ruhanî ya Durziyan alîkariyên mirovî pêwazî dike
20 tîrmeh, 2025   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya Ruhanî ya Durzî îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku tevahî alîkariyên mirovî yên ji bo Siwêdayê, bi taybet ên bi rêya rêxistin û aliyên navneteweyî tên, pêşwaz dike. Serokatiyê spasiya her hewldana ji bo piştigriya welatiyan û sivikkirina zehmetiyên şêniyan, digel rewşên dijwar ku herêm tê re derbas dibe, kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêwîst e demildest êrişên li dijî Siwêdayê werin rawestandin û daxwaz hat kirin ku hemleyên berevajîkirina rastiyê û belavkirina gotegotên bi armanca gurkirina tundî û nefretê werin sekinandin.

Serokatiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tu pirsgirêkên olî yan jî iraqî yên durziyan bi kesekî re tune bû û careke din derxistina fitneyan di navbera şêniyên yek welatî de şermezar kir û ev tişt destnîşan kir: "Ji bo her kesên hewl didin mejiyên ciwanan bi nefretê jehr bikin, şerm e."

Piştî ku Nivîsgeha Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji ajansa SANA re daxuyand ku "Rêberê Ruhanî yê Bilind ê Durziyan şêx Hikmet El Hicrî red kir ku şandeya hikumetê tevî karwanên alîkariyan derbasî Siwêdayê bibe û tenê alîkarî bi rêya Heyva Sor a Erebî a Sûrî derbas bibe", serokatiyê ev daxuyanî da.

Ji çend rojan ve li Siwêdayê rewşa mirovî hilweşyaye , metirsî hene ku digel êrişên leşkerî li dijî Siwêdayê û gundewarê wê krîz zêdetir be.

(fr