Şerê li başûrê Sûdanê dîsa gur bû

Li hin beşên bakur û rojavayê eyaleta Senar a başûrê rojhilatê Sûdanê careke din şer di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de derket.

Şerê li başûrê Sûdanê dîsa gur bû
24 kanûn, 2023   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên sibehê de li hin beşên bakur û rojava yên eyaleta Senar a li bakurê rojhilatê Sûdanê careke din şer di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de derket.

Li Xartûmê jî, artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn navendên hevdu topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên desteya pêşketinê (IGAD, rêxistineke Afrîkî ya nîv-herêmî ya ku li eyaleta Cîbûtî ye) ragihandin ku ji bo diyarkirina dem û cihekê ji bo ku serokên Meclisa Serdestiya Sûdanê Ebdulfetah El Burhan û fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqlo li hev bicivin, danûstandin tên kirin.

Her wiha diyar kirin ku çaverê ye ku her du alî vê hefteyê bê şert bicivin û bigihêjin agirbestekê.

(şx)