Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 38'an de dewam dike

Di roja 38’an a şerê Îsraîl- DYA'yê û Îranê de gef û êriş dewam kirin. Pasdarên Îranê kuştina fermandarekî xwe ragihand. Îmaratê da zanîn ku pergalên parastina hewayî mûşekên balistîk û dronên Îranê asteng kirin. Kuweytê jî ragihand ku 6 kes birîndar bûne.

Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 38'an de dewam dike
6 nîsan, 2026   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) berbanga îro tesîsên leşkerî û mûşekan ên Îranê kirin hedef. Serokê DYA'yê Donald Trump careke din gef xwar ku eger di dema hatiya diyarkirin de lihevkirin çênebe, dê santralên enerjiyê û piran bike armanc.

Îranê pêleke mûşekan avêt nava Îsraîlê.  Li gorî agahiyên hatine parvekirin, Tel Avivê jî di nav de li gelek herêman dengê teqînan hat bihîst û mûşek li qadên niştecihan ketin. Desthilata Îsraîlê ragihand ku wê gelek mûşek asteng kirine û tu zerarên canî çênebûne.

ÎMARATÊ: BI SEDEN MÛŞEK Û DRON HATIN XISTIN

Îmaratê ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî mûşekên balistîk û dronên ji aliyê Îranê ve hatin avêtin, asteng kirin. Her wiha aşkera kirin ku wan ji destpêka şer ve bi sedan mûşek û dron rûxandine.

Li KUWEYTÊ 6 KES BIRÎNDAR BÛN

Wezareta Tenduristiyê ya Kuweytê ragihand ku di encama ketina gule û parçeyên mûşekên Îranê de 6 kes li bakurê welêt birîndar bûne.

RayedarênTehranê, ragihand ku Washingtonê sûcên şer dike û anî ziman ku her êrişek li dijî hedefek nû dê bê bersiv nemîne.

Hate zanîn li Tehran û Kerecê dengê teqînan hatin bihîstin. Desthilata Îranê ragihand ku zarok jî di nav de hejmarek sivîl di êrişên li dijî qadên niştecihan de hatine kuştin.

Wezareta Tenduritisyê ya Îranê jî diyar kir ku di êrişan de 24 xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin û 117 jî birîndar bûne.

BERPIRSÊ ÎSTIXBARATA PASDARAN HAT KUŞTIN

Pasdarên Îranê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku serokê beşa îstîxbaratê ya Pasdaran Mecîd Xadimî di êrişa DYA-Îsraîlê de hatiye kuştin.

ÊRIŞA LI SER HEŞDÎ ŞABÎ

Heşdî Şabî bi daxuyaniyekê ragihand ku baregeha Îstîxbaratê ya Tûgaya 25'emîn a li Enbarê ya hêzên wan ji aliyê balafirên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îsraîlê ve hate bombekirin. Hate ragihandin ku Tabûra 4'emîn a Tûgaya 52'emîn a Heşdî Şabî ya li bakurrojhilatê Diyalayê jî 4 caran hate bombekirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber êrişê tiştek bi kesî nehat, tenê xisara madî li qadê bû.

Hizbullahê jî di nav de komên çekdar ên iraqî gef xwar ku her hewldaneke vekirina bi hêzê ya tengava Hurmuzê  dê bi bersiveke mezin re rû bi rû were.

PLANA AGIRBESTÊ PÊŞKÊŞÎ DYA Û ÎRANÊ KIRIN

Hat ragihandin ku ji bo bidawîkirina şerê di navbera Îran û DYA’yê de, planeke agirbestê ya ji du qonaxan pêk tê hatiye amadekirin. Li gorî nûçeya Reutersê; li gorî planê dê beriya peymanê agirbest bê ragihandin û piştre jî li ser peymaneke mayinde lihevkirin bibe.

Ji bo planê, Serfermandarê Artêşê ya Pakistanê bi Cîgirê Serokê DYA’yê û Wezîrê Karên Derve yê Îranê re cuda cuda hevdîtin kir. Di planê de tê diyarkirin ku hewceye Îran dev ji çekên nukleerî berde, mueyîdeyên li ser Îranê bên rakirin, mal û milkê Îranê yê hatiye cemidandin serbest bê berdan û çendek xalên din hene. Heke plan were qebûlkirin dê agirbest bê ragihandin, Tengava Hurmuzê bê vekirin û di nava du hefteyan de peyman bê mohkirin.

(bb)