Êrişên Îsraîlê li ser Lubnanê û aloziya Tengava Hurmuzê rojevên rojnameyan ne

Rojnameyan nivîsîn ku zêdebûna êrişên Îranê li Kendavê ber bi teqînekê li herêmê ve diçe, di heman demê de Îsraîlê berê şerê xwe ya bi Hizbullahê re ber bi derdora Beyrûtê ve bir. Ji bo pêşveçûna rewşa li Tengava Hurmuzê çend senaryo têne nirxandin.

Êrişên Îsraîlê li ser Lubnanê û aloziya Tengava Hurmuzê rojevên rojnameyan ne
6 nîsan, 2026   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyan di rojevên xwe yên îro de li ser bandorên şer li dijî Îranê, senaryoyên bûyerên li Tengava Hurmuzê  û zêdebûna êrişê Îranê li Kendavê nivîsîn.

'ZÊDEBÛNA ÊRIŞÊN ÎRANÊ LI KENDAVÊ BER BI TEQÎNEK LI HERÊMÊ VE BIÇE'

Rojnameya El Ereb, li ser bandorên şerê li Îranê li ser dewletên Kendavê nivîsî: "Tehran cîranên xwe yên Kendavê tawanbar dike ku destûr didin hêzên Amerîkî ku ji deverên wan êrişan bikin. Dewletên Kendavê van tohmetan red kirine û hewl dane ku pêşî li şer bigirin, ku ev yek rastiya hêncetên Îranê têk dide."

Çavdêr dibêjin ku pabendbûna dewletên Kendavê ya ji bo aramiyê heta niha ne nîşana qelsiyê ye, lê belê hewldanek bi zanebûn e ji bo nîşandana aqilmendiyê da ku rewş ji kontolê dernekeve. Lêbelê, xuya ye ku rêberên Îranê ji encamên wê ne xem in.

'ÎSRAÎL BERÊ ŞERÊ BI HIZBULLAHÊ RE DIBE DERDORA BEYRÛTÊ'

Derbarê pêşketinên li Lubnanê de, rojnameya El Şer El Ewset nivîsî kir ku artêşa Îsraîlê ber şerê xwe yê bi Hizbullahê re ber bi taxên başûrê Beyrûtê ve guheztiye.

Operasyona leşkerî ya Îsraîlê li dijî taxên başûrê Beyrûtê piştî hefteya yekem a şer kêm bû, tevî ku tax bi piranî hatin valakirin. Lêbelê, artêşa Îsraîlê ji nû ve êrişî taxan kir, ji sibeha Yekşemê ve bi 8 êroşên hewayî wan hedef girt.

'SÊ SENARYOYÊN VEKIRINA TENGAVA HORMUZÊ: KÎJAN JI HÊLA ABORÎ VE HERÎ BIBANDOR E?'

Rojnameya El Erebî El Cedîd behsa pêşketinên li Tengava Hurmuzê kir, ku krîza li dora vê damara enerjiya cîhanî ya girîng bûye pirgirêkek nevneteweyî. Ji bo  vê rewşê 3 senaryo ji bo çareserkirina girtina rêya deryayî ji aliyê Îranê ve têne nirxandin.

Senaryoya yekem, senaryoa êrişê ye, ev senaryo di rojên dawî de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê her ku diçe zêdetir derdikeve pêş. Senaryoya duyem, parastina veguheztina deryayî bêyî ku şerkî vekirî dest pê bike.

Li gorî rojnameyê, senaryoya sêyem dîplomatîk e. Ev rê li Ewropayê gelek pêşketiye, û her çend hêdî xuya bike jî, heke serkeftî be, vebijarka herî kêm bi zirar e.

(k)