Şerê gel ê şoreşgerî mijara semînerê bû li Til Hemîsê

Hêzên Parastina Civakê li bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê semînerek der barê şerê gel ê şoreşgerî de li dar xist.

Şerê gel ê şoreşgerî mijara semînerê bû li Til Hemîsê
10 kanûn, 2024   15:35
QAMIŞLO

Semîner ji hêla hevserokê Akademiya Civaka Demokratîk li Til Hemîsê Ebdulselam El Casim ve hete dayin. El Cazim  girîngiya şerê gel ê şoreşgerî nirxand, bi taybet di van demên niha de ku Sûriye di qonaxeke gelekî girîng re derbas dibe piştî hilweşandina rejîma Bais`ê, û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

El Casim wiha got: "Şerê gel ê şoreşgerî rêya têkoşîn û azadiyê ye, ev şêweyê xweparstinê xizmeta hemû gelên ku doza azadî, demokrasî û biratiya gelan dikin de ye. Divê em li Sûriyeyê vê têgehê bi cih bînin, dive em di şerê li dijî dagirkeriyê de piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bikin. "

Ebdulselam El Casîm bang li her kesî kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin û parastina xaka xwe, pirojeya xwe û rêveberiya xwe ya xweser bikin, ji ber ku ev erka her kesî ye."

(k)

ANHA