serdana şîna gerîlayê li Bagokê şehîd bû hat kirin

Bi awayekî girseyî şîna gerîlayê HPG’ê Adem Ozkan (Zerdeşt Suruç), ê ku li çoltara Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê a bakurê Kurdstanê şehîd bibû, hat ziyaret kirin.

serdana şîna gerîlayê li Bagokê şehîd bû hat kirin
26 îlon, 2024   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîna gerîlaye azadiyê Adem Ozkan ya ku di 1’ê Îlonê de li çoltara Çiyayê Bagokê di encama êrîşên hewayî de şehîd bibû, li taxa Zoncik ê navçeya Pîrsûs a Rihayê hat dayîn. 

Ji ber astengkirina polîsan şîn li mala malbatê hate danîn.

Di pêşengtiya Komeleya Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Axa Qedîm Windakirine re (KATDER) şîn bi girseyî hate ziyaretkirin.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Ferît Şenyaşar, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Rihayê, rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan û gelek kes tevlî serdanê bûn. 

Girseya li qadeke nêzî mala malbatê hatin bahev, bi dirûşmeya “Şehîd namirin” heta cihê şînê meşiyan. 

Girse ji aliyê ferdên malbata Ozkan ve hatin pêşwazîkirin. Di serdanê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne rêzgirtin hate kirin.