Deriyên sînor ên navbera Sûriye-Lubnanê hatin bombebarankirin

Hate zanîn ku deriyên sînor ên navbera Sûriyeyê û Lubnanê de hatin bombebarankirin.

Deriyên sînor ên navbera Sûriye-Lubnanê hatin bombebarankirin
26 îlon, 2024   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafireke şer deriyê sînor ê Metreba ê herêma Qesîr a Sûriyeyê bi Lubnanê ve girê dide, bombebaran kir. SOHR’ê diyar kir ku di bombebaranê de birîndar çêbûne.

Artêşa Îsraîlê têkildarî vê êrişê ragihand ku ji bo "rêgirtina li ber gihandina çekan ji Hizbullahê re" wê deriyên sînor ên navbera Sûriye û Lubnanê de bombebaran kiriye.

Ne hikumeta Sûriyeyê û ne jî ya Lubnanê heya niha der barê bûyerê de tu daxuyanî nedane.

 (bb)