Şaredariya Reqaya 2 parkan sererast dike

Şaredariya Gel a Reqayê dest bi sererastkirina 2 parkan kir.

Şaredariya Reqaya 2 parkan sererast dike
Şaredariya Reqaya 2 parkan sererast dike
Şaredariya Reqaya 2 parkan sererast dike
Şaredariya Reqaya 2 parkan sererast dike
26 îlon, 2024   15:33
REQA

Daîreya Parkan û Çandina Daran a Şaredariya Gel a Reqayê dest bi sererastkirina Parka Panorama ya li aliyê başûrê rojavayê bajar û Parka Beyda ya li naverasta bajar kiriye.

Rêvebera daîreyê Rîm Salih diyar kir ku di çarçoveya xebatên sererastkirinê de dê şebekeyên avê û yên kanalîzasyonê werin çêkirin, park were ronîkirîn.

Rîm Salih destnîşan kir ku ji Parka Panorama 5 donim û ji Parka Beyda jî 30 donim anku bi temamî werin nûkirin û got li her du parkan dê 3 hezar dar werin çandin.

Li bajarê Reqayê 15 parkên sereke nêzî 200 parkên şaxî hene ku qismeke mezin ji wan ji aliyê Daîreya Parkan ve hatiye nûkirin. Parkên din dê di siberojê de werin nûkirin û sererastkirin.

Tevî xebatên şaredariyan ên bi armanca başkirina qada şînkahiyê, komeke kesên dildar amadekariyên pêngaveke berfireh a çandina daran dikin.

(bb)

ANHA