Şêniyên Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Yamin El Caabî

Şêniyên bajarê Qamişloyê sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Yamin El Caabî re xwestin.

17 tebax, 2025   20:55
QAMIŞLO

Mersîma sersaxiyê li bajarokê Hîmo yê bajarê Qamişloyê li pêşiya mala malbata şehîd hate lidarxistin. Di merasîmê de şêniyên bajarê bi dehan şêniyên bajêr, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star û Saziya Malbatên Şehîdan amade bûn.

Nûnera Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman axivî û sersaxî ji malbatê re xwest.

Cewahir got: “Em ê riya şehîdên xwe bişopînin. Ev heqîqeteke ku em xwe bi civaka şehîdan bi nav dikin. Em bi saya keç û xortên vê civakê îro bi aramî dijîn. Em deyndarê şehîdan in ji ber ku wan ji bo ku em aram bijîn, canê xwe feda kirin.”

Piştre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî axivî û got: "Em di şexsê Yaminê ku ji bo rizgarkirin û tunekirina bê mafiyê canê xwe feda kir de, hemû şehîdan bi bîr tînin.”

Sofî wiha berdewam kir: "Em soz didin dayîk û bavên şehîdan ku em ê li ser rêça wan bimeşin û civakek azad ava bikin."

Hevseroka rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Girbawî Silêman Osman axivî û sersaxî ji malbatê xwest û got: "Ev şehîd ne şehîdê yekem ê vî gundî ye.  Ji destpêka şoreşê ve, ev gund şehîdan dide.”

Osman destnîşan kir ku li ser rêça şehîd Ezîz Ereb ku yekemîn şehîdê ereb e, şervanên kurd û ereb meşiyan û di oxira heman rêyê de şehîd dibin.

Osman di dawiyê de got: "Çiqasî em li ser şehîdan biaxivin em nikarin heqê wan bidin, ji ber ku yê canê xwe feda dike, şehîd in."

(ekîb)

ANHA