Şêniyên Til Koçerê piştgirî da QSD'ê

Şêniyên bajarê Til Koçerê piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da û got ji bo çareserkirina krîzan diyalog û dan û standin baştirîn rêbaz e.

Şêniyên Til Koçerê piştgirî da QSD'ê
Şêniyên Til Koçerê piştgirî da QSD'ê
Şêniyên Til Koçerê piştgirî da QSD'ê
Şêniyên Til Koçerê piştgirî da QSD'ê
Şêniyên Til Koçerê piştgirî da QSD'ê
6 mijdar, 2025   15:10
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civîneke berfireh bi şêniyên bajarê Til Koçer û gundewarê wê yê kantona Cizîrê re li dar xist. Di civînê de geşedanên siyasî hatin şîrovekirin û îşaret bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, hate kirin.

Di civînê de bi dehan şêniyên bajêr, rûspiyên eşîrên Ereb, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û hêzên leşkerî amade bûn.

Di serî de endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Ebduselam Ebas li ser geşedanên siyasî axivî û diyar kir Rojhilata Navîn li gorî berjewendiya dewletên hegemon ji nû ve tê sazkirin û ji bo wê jî divê gelên herêmê yekitiya xwe xurt bikin û li gorî qonaxê tev bigerin da ku destkeftiyên xwe biparêzin.

Ebas got projeya neteweya demokratîk serkeftina xwe di yekkirina gelan û parastina destkeftiyên wan de îsbat kir û got: "Hevgirtina pêkhateyên gelan bi QSD'ê re têkbirina gefan û hewldanên derxistina fîtneyan misoger dikin."

Di dawiya civînê de beşdaran girîngî bi diyalogê wek rêbaza çareserkirina krîzan da û piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da.

(mh)