Şêniyên Tebqayê 4 şehîd oxir kir

Şêniyên kantona Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên girêdayî rêveberiyê, koçberên Efrîn û Şehbayê, li goristana şehîdan a Tebqayê kom bûn û 4 şehîd oxir kir.

Şêniyên Tebqayê 4 şehîd oxir kir
Şêniyên Tebqayê 4 şehîd oxir kir
Şêniyên Tebqayê 4 şehîd oxir kir
Şêniyên Tebqayê 4 şehîd oxir kir
Şêniyên Tebqayê 4 şehîd oxir kir
Şêniyên Tebqayê 4 şehîd oxir kir
Şêniyên Tebqayê 4 şehîd oxir kir
Şêniyên Tebqayê 4 şehîd oxir kir
5 ÇILE, 2025   14:20
TEBQA

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îsa El Ehmed ku 9`ê Kanûnê li kantona Minbicê, şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Luey El Şêx ê 2`yê Kanûnê li Helebê, şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sarî Ebdulhemîd, şervanê QSD`ê şehîd Ebdullah El Serhan 1`ê Çileyê li bajarê Til Rifetê şehîd bûn, îro li kantona Tebqayê bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê Ehmed El Omer di merasîmê de axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Em soz didin ku destkeftiyên gelê herêmê ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin. Em amade ne di oxira rizgarkirina herêmê de û ji bo ku gel bigihêje azadî û rûmeta xwe, canê xwe feda bikin."

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Nebîhe Hebeş axivî û berxwedana gelê herêmê û fedakariyên wan ên ji bo bidestxixistina serkeftinê, silav kir û got netewa demokratîk çareseriya bingehîn a Sûriyeya ne navendî û azad e.

Di dawiya merasîmê de belgenameyên şehîdan hatin xwendin û cenazeyên şehîdan bi durişmên "şehîd namirin" spartin axê.

 (şx/k)

ANHA