Meclisa Malbatên Şehîdan: Bi can û xwîna xwe em bi QSD`ê re ne

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Girkê Legê piştgiriya QSD`ê kir û got ew misogeriya parastina destkeftiyên şehîdan e.

Meclisa Malbatên Şehîdan: Bi can û xwîna xwe em bi QSD`ê re ne
5 ÇILE, 2025   14:43
GIRKÊ LEGÊ

Di çarçoveya bersivdayina seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Girkê Legê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tev li seferberiyê bûye. Endama meclisê Narîşan Berakat daxuyanî li pêşiya navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran xwend. 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku meclis, dê, bav, xwişk, bira û hevjînên şehîdan û zarokan wan bi QSD`ê re ne.

Di daxuyaniyê de meclisê soz da ku mîrasên şehîdan, berxwedan û destkeftiyên ku bi xwîna wan hatine bidestxistin, biparêzin

(şx/k)

ANHA