Şêniyên Siweydayê teqezî bi guhertina siyasî û bidestxista edaletê dikin

Şêniyên Siweydayê xwepêşandanên xwe didomînin. Şênî li ser guhertina siyasî li welêt û bidestxistina edaletê û azadiyê bi israr in.

Şêniyên Siweydayê teqezî bi guhertina siyasî û bidestxista edaletê dikin
17 îlon, 2024   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan şêniyên Siweydayê li Qada Kerame ya li bajarê Siweydayê kom bûn û banga guhertina siyasî ya giştî kir.

Xwepêşandêran bi rêya pankartan hêviyên xwe ji bo guhertina siyasî rave kirin û banga berdewamkirina xwepêşandanan kir.

Her wiha gotin ew rewşa niha red dikin û banga edaletê û azadiyê kir.

(şx)