Bangên derxistina dagirkeran ji xaka Sûriyeyê

Rêxistinên Kongra Star ên Qamişlo û Eyn Îsayê, Kombenda Efrînê ya Civakî û Nivîsgeha Birêxistinkirina Koçberên Şehba û Efrînê ya li Minbicê sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xelkê gundê Kaxirê şermezar kirin û xwestin dagirker ji xaka Sûriyeyê werin derxistin.

Bangên derxistina dagirkeran ji xaka Sûriyeyê
Bangên derxistina dagirkeran ji xaka Sûriyeyê
Bangên derxistina dagirkeran ji xaka Sûriyeyê
Bangên derxistina dagirkeran ji xaka Sûriyeyê
Bangên derxistina dagirkeran ji xaka Sûriyeyê
Bangên derxistina dagirkeran ji xaka Sûriyeyê
Bangên derxistina dagirkeran ji xaka Sûriyeyê
17 îlon, 2024   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên gundên Kaxirê yê bajarê Mabata yê Efrînê roja înê (15’ê Îlonê) bi pêşengiya jinan xwepêşandan li dijî talankirin, revandin, zêdekirina xeracan ku ji aliyê çeteyan ve têne kirin, li dar xistin. Çeteyan bi reşandina guleyan êrişî xwepêşandêran kir, li wan da, her wiha bi ser malan de girt. Di encamê de piranî jin, zêdetirî 20 kes birîndar bûn.

REQA

Kombenda Efrînê ya Civakî ya li kantona Reqayê bi daxuyaniyekê sûcên çeteyan ên li dijî gelê Efrînê şermezar kir.

Daxuyanî bi amadebûna koçberên Efrînê, şêniyên Reqayê, endamên Meclisa Idlib El Xera û Kombûna Jinan a Zenûbiya hat xwendin.

Hevserokê kombendê Mihemed Reşîd daxuyanî xwend û got: "Sûcek din li rêzesûcên li dijî efrîniyan zêde bûn. Sûceke hovane asta kîn û nefreta li dijî gelê aştîxwaz, gelê hezkiriyê bihar û xwezayê nîşan dide."

Di daxuyaniyê de bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a li hemberî sûcên li herêmên dagirkirî têne kirin hat şermezarkirin û ev bang hat kirin: "Dem hatiye ku wijdan û hestên xwe li hemberî gelê ku bindestî, zor, binpêkirin, revandin, wêrankirin, xerace, birîna daran û dojehkirina Efrînê red dike şiyar bikin. Gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşiqê azadî û aştiyê ye. Li vir cihê serîtewandin û bêdengiyê nîn in. Dîroka me, çiyayên me, şehîdên me nîşaneyên israra me ne.”

QAMIŞLO

Rêxistina Kongra Star a bajarê Qamişloyê ji bo şermezarkirina kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û herî dawî êrişa li dijî jinên li gundê Kaxirê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ber Çerxerêya Efrîn a li Qamişloyê bi amadebûna bi dehan şêniyên bajar, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hat dayîn.

Berdevka Kongra Star a bajarê Qamişloyê Ibtîsam Hisên daxuyanî xwend û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirin û tunekirinê hemû rêbazan şerên qirêjî û hovane li ser gelê Kurd dimeşîne.

Ibtîsam diyar kir ku careke din dewleta Tirk a dagirker û faşîst ji hemû cîhanê re tekez kir ku bi hemû rêbazan şerên qirêjî û hovane li ser gelê Kurd dide meşandin û got: "Ev sûc bi mebesta qirkirin û tunekirina vî gelî ku bi sedên salan di bin sîstemên dagirker, faşîst, qirker û kapîtalîst e. Dixwazin li ser tunekirina gelan xwe bidin jiyankirin û bi taybet di vê sedsalê de ku dixwazin bi destên dewleta Tirk a hov berjewendiyên pêk bînin."

Ibtîsam Hisên bal kişand ser êrişên li dijî Şoreşa 19`ê Tîrmehê jî û wiha pê de çû: "Ji destpêka Şoreşa Rojava ve bi maskên cuda û di bin navên mîna “Cebhet Elnusra, Ehrara Elşam” û rêxistina DAIŞ ya teror li dijî gelên herêmê tevgeriyan. Herî dawî di sala 2018 û 2019’an de bi rûyê xwe yê rast û bi hevkariya dewletên hegemonîk bajarê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Tirkiye bi rêbazên xwe yên qirêj  dest bi guhertina demografî, ziman, û çanda resen kirin. Di heman demê de şûnwarên ku nasnameya gelê Kurd bûn, talan û wêran kirin. Li aliyekî din, sûcên li dijî xwezayê li wan herêmên dagirkirî pêk anîn. Bi hemû hêza xwe, tundî bi rêka revandin, tecawizkirin, kuştin û îşkencekirinê pêk anîn.” 

Di berdewama daxuyaniyê de Ibtîsam Hisên diyar kir ku kiryarên ku li hemberî gelê Kurd li Efrînê pêk tê, dûrî pîvanên mirovahiyê û zagonên mafên mirovane ne.

Ibtîsam Hisên di dawiya daxuyaniyê de bang li gelên li herêmê kir ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê hevgirtin û yekîtiya xwe ava bikin û wiha got: “Em tu carî ji xeta berxwedan û tekoşînê gavan bi paş ve navêjin. Em ê bi îrade, israr û hemû hêza xwe, bi zihniyeta jina azad li hember siyasetên zayendperest, netewperest û olperest tê bikoşin.”

EYN ÎSA

Rêxistina Kongra Star a bajarê Eyn Îsayê yê kantona Firatê jî bi amadebûna bi dehan jinên bajar daxuyaniyek da.

Rêvebera Kongra Star Letîfe Mihemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de berxwedana gel û jinên Efrînê ya li hemberî çete û dagirkeran hate silavkirin û hate gotin ev berxwedan dê bibe destpêka rizgariya ji dagirkeran.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî pêkanênên sûcên li Efrînê têne kirin hate şermzarkirin û bang hat kirin ku li hemberî dagirker û çeteyan erkên xwe bi cih bînin.

MINBIC

Nivîsgeha Birêxistinkirina Koçberên Şehba û Efrînê ya li kantona Minbicê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya nivîsgehê  ji aliyê hevseroka nivîsgehê Fatima El Mihemed ve hat xwendin.

Fatima di destpêka daxuyaniyê de kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li şêniyên herêmên dagirkirî bi tundî hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî û yên mirovî hat kirin ku der barê rûdanên li gundê Kaxirê û tevahî herêmên dagirkirî lêkolînekê bidin destpêkirin û hesab ji çete û dagirkeran bipirsin.

Daxuyanî bi berzkirin dirûşmên "Bijî berxwedana Efrîn" û "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê jî daxuyanî da û bang li saziyên peywendîdar kir ku êdî divê bi erka xwe ya ji bo wê hatin erkdarkirin rabin.

Daxuyanî ji aliyê Sozdar Mehmûd û Xalid Ceradê ve hat xwendin.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê wiha ye: “Dîrok ji mêj ve şahidê neheqî û hovîtiya dewleta Osmanî û pêkanînên hovane yên li dijî gelên herêmê bi giştî û gelê kurd bi taybetî, di nav de qirkirin û qetlîamên girseyî pêk tîne. Li ser vê zihniyetê hikûmet van kiryaran û xewnên vegerandina rûmetên dewleta Osmanî ya jinavçûyî bi heman pêkanînan didomîne.  Bi vî awayî ev hikûmeta nêzî kirîza Sûriyê ve çû.  Bi hêzkirina hêzên xwe û kûrtirkirina qeyranê, dûrî nihêrandin û daxwazên gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê, bi tevlîkirina hemû çete û kirêgirtiyên li pêşberî îradeya gelê Sûriyê, bi taybet gelê Kurd bi rêya dagirkerî û vêraçûnên  ku li Cerabulus, Bab, Serêkaniyê û Girê Spî dest pê kirin ta sala 2018`an li Efrînê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê herêm ji aliyê bejahî û hewayî dagir kir û li dijî gelê me kiryarên xwe pêk anîn di wê demê de ji talankirin, îşkencekirin, koçberkirin, desteserkirina mal û milkê welatiyan, birîna daran, avakirina niştecihan leşgerî, xebat li ser siyaseta guhertina demografî li herêmê û bikaranîna rê û rêbazên curbicur ên zordarî û dagirkeriyê bi armanca jinavbirina nasname û hebûna Kurdan li Efrînê.

Her wiha binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê didomin, ku qîrkirin û binpêkirinan li dijî şêniyên herêmê pêk tînin, a herî dawî  ya van binpêkirinên li ser şêniyên gundê Kaxirê  ji girtin û êrîşên li ser jin û zarokan di 15ê Îlonê de,  çekdarên  Sultan Slêman Şah (El Emşat) ku li ser hemwelatiyan etawet ferz kirin, lê gel li hember vê kiriyarê bi serhildaneke girseyî rabû,û   jinan jî serpêşiya vê serhildanê kirin. Ev jî hîşt çete meşa jinên gund gulebaran bikin ku tê de çeteyên El Emşat li ser jinan lêdan bikaranîn, rêbazên tundiyê bikar anîn bi armanca têkbirina  dengê jinên azad, û şikandina hêza wan li ber civakê. Di encamê de hejmarek jin û mêr birîndar bûn û hinek hatin girtin.

Em wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  a Kantona Firatê bi hemû saziyên xwe, binpêkirinên nemirovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên bêparastin ên li Efrînê şermezar dikin û em bi yekdengî li pişt gelê xwe yên li Efrîna dagirkirî ne û bi serhildanî, lehengî û helwesta wan a wêrek a li hemberî van kiryarên xerab re , kî li pişt ve çeteyan û terorîstan  îstîxbarata dewleta Tirk heye. Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember van binpêkirinan û kiryaran rawestin û êrîşên li dijî gelê me yên li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî şermezar dikin."

(sb/bb)

ANHA