Şêniyên Şehbayê êrişên li dijî herêmê şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Efrîn û Şehbayê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û soza şopandina rêya şehîdan da.

Şêniyên Şehbayê êrişên li dijî herêmê şermezar kirin
Şêniyên Şehbayê êrişên li dijî herêmê şermezar kirin
Şêniyên Şehbayê êrişên li dijî herêmê şermezar kirin
Şêniyên Şehbayê êrişên li dijî herêmê şermezar kirin
Şêniyên Şehbayê êrişên li dijî herêmê şermezar kirin
Şêniyên Şehbayê êrişên li dijî herêmê şermezar kirin
30 tebax, 2024   23:09
ŞEHBA

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevger Ciwanên Şoreşger ên kantona Efrîn û Şehbayê bi xwepêşandanekê êrişên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Tê de bi dehan ciwanên kantonê beşdar bûn.

Xwepêşandanê ji nêzî goristana şehîdan a bajarokê Fafînê dest pê kir û heta dawiya bajarok bi rê ket. Li wir rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a kantonê Rozîn Dodo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên herêmê şermezar kirin.

Rozîn Dodo destnîşan kir ku pêwist e ciwan dakevin qadan û xwedî li erkên xwe derkevin.

(mh)