Şêniyên Qendîlê: Em piştgirya xwişk û birayên Rojava dikin 

Şêniyên Binarê Qendîlê bi çalakiyekê piştevaniya xwe ya ji bo Berxwedana Rojava anî ziman.

Şêniyên Qendîlê: Em piştgirya xwişk û birayên Rojava dikin 
21 ÇILE, 2026   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên gundên Herêma Maredû daketin kolanan û piştevaniya berxwedana Rojava kirin.

Di çalakiyê de Hevserokê Herêma Maredû Herêz Rezgeyî axivî û destnîşan kir ku ew li vir denge xwe digihînin şêrên Rojavayê Kurdistanê û got: “Rojavayê Kurdistanê ji goşt û hestiyên zarokên Kurdane. Xeyalên wan hemû valane.”

Herêz Rezgeyî bal kişand ser gotina Fermandarê Giştî yê QSD’ê ya ‘Şerê man û nemanê ye’ û got: “Ev ne tenê gotineke. Em li vir dibêjin eger Rojava birîndar bibe Qendîl wê xwîn jê biherike.”

Şêx Mihemedî Bestî jî di çalakiyê de axivî û ev got: “Em piştgiriya xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê dikin. Daxwaz ji hemû Kurdan dikin ku di vê qonaxa hestyar de Rojava bi tinê nehêlin.”

Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bimre Dagirkerî’ dawî bû.