QSD: Hikumeta demkî li Cizîr û Kobanê 6 caran agirbest bin pê kir

QSDˊê diyar kir ku li gel ragihandina peymana agirbestê jî êrişên çeteyên hikumeta demkî li dijî herêmên dewam dikin. Ji ketina peymanê ya pratîkê û heta niha gelek caran peyman hatiye binpêkirin.

QSD: Hikumeta demkî li Cizîr û Kobanê 6 caran agirbest bin pê kir
21 ÇILE, 2026   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî ji duh ve gelek caran peymana agirbestê bin pê kiriye. 

Di daxuyaniya QSDˊê de hate gotin ku "Li gel peymana agirbestê ketiye miryetê, lê komên Şamê êrişên xwe li dijî herêmên Cizîrê û Kobanê didomînin. Ev yek binpêkirina zelal a bendên peymanê ye.

Agirbest, duhî, saet 20.00ˊan kete pratîkê, lê van koman piştî wê saetê rêzeêriş pêkanîn.

Êrişên piştî ketina peymanê ya pratîkê li van deveran hatin kirin:

Duh êvarê, 20.10ˊan:

Komên Şamê bi çekên giran zêdetirî saetekê bajarokê Zirganê yê bakurê Hesekê topbaran kir.

Duh êvarê, 20.20ˊan:

Komên Şamê bi çekên giran êrişî gundê Til Barod a li ser rêya Spî-spî ya başûrê Hesekê kir.

Vê sibehê 11.30ˊan:

Komên Şamê li derdora bajarê Sirînê êrişên hêzên me kirin, hêzên me bersiv da êrişê û têk bir.

Vê sibehê, 11.45ˊan:

Karwanek komên Şamê li ser rêya Basil a li ser rêya Spî-Spî ya başûrê Hesekê êrişî hêzên me kir.

Piştî danê nîvro, 14.10ˊan:

Komên Şamê careke din li derdora bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê êrişî hêzên me kir, hêzên me bersiv da êrişan.

Piştî danê nîvro, 14.45ˊan:

Komên Şamê bi çekên giran gundê Hemdon ê başûrê Kobanê topbaran kir, jinek şehîd bû.

Em diyar dikin ku li gorî peymana agirbestê tev digerin, em bang li aliyên garantor û civata navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe rakin û van binpêkirinan bişopînin, da ku parastina welatiyan û aramiya herêmê were misogerkirin."

(fr)