Şêniyên Qamişloyê û koçberên Efrînê 2 şehîd oxir kirin

Şêniyê Qamişloyê û gundên wê û koçberên Efrînê şehîd Welat Êriş li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişloyê oxir kir û ji bo şehîd Mihemed Cimo jî merasîma xiyabî li dar xist.

8 sibat, 2025   15:39
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê û koçberên Efrînê, cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Welat Eriş (Hikmet Îbo) ku di 1’ê Çileyê de li Kobanê şehîd bûbû, oxir kir. Her wiha ji bo welatiyê bi navê Mihemed Cemo ku di 2’yê Kanûna 2024’an de li Şehbayê şehîd bûbû, merasîma xiyabî hate lidarxistin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şahbayê Mistefa Hesen axivî. Hesen sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û got: “Zêdetirî du meh e gelê me li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê tê dikoşe. Xwîna hemû pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina xakê tevlihev bûye.”

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Macid Qamişlo jî sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û got: “Şervanên me di eniyên şer de destanên lehengiyê dinivîsin û bi lehengî li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şer dikin.”

Endamê Kogreya Îslama Demokratîk Casim El Salih sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Xwîna pak a şehîdên me vala naçe, lewma divê em bi hev re li hember dijminan bisekinin û rêya şehîdên xwe temam bikin û destkeftiyên ku bi saya fedekariya wan hatine bidestxistin biparêzin. "

Îslam Îbo tê birayê şehîd Welat Êriş jî soza berdewamkirina rêya birayê xwe yê şehîd da. Her wiha bavê şehîd Welat jî soz da ku ew ê tola şehîdan hilînin û heta pêkanîna serketinê û vegera Efrînê tê bikoşin.

Piştî axaftinan belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyê şehîd Welat Êriş bi tilîlî û dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.

Merasîma sersaxiyê wê sibê saet di 12:00’an de li ber Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan li Qamişloyê were lidarxistin.

(k)