Li Helebê teqîna xwekuj

Li taxeke bajarê Helebê kesek xwe teqand û di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li Helebê teqîna xwekuj
17 tebax, 2025   21:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandina ku li pêşiya firineyekê li taxa Miyeser a bajarê Helebê, kesekî xwe teqandiye û di encamê de qurbaniyên canî çê bûne. 

Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin, kesê xwe teqandiye, kembereke teqemeniyê li xwe kiribû û di encama teqînê de herî kêm kesek hatiye kuştin û gelek kes jî birîndar bûye.

(ac/şx)

ANHA