Şêniyên li Tişrînê: Em ê berxwedanê heya serketinê bidomînin

Şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê yên li Bendava Tişrînê diyar kir ku ew her tim li kêlek hêzên xwe ne û wê berxwedanê bidomînin.

Şêniyên li Tişrînê: Em ê berxwedanê heya serketinê bidomînin
Şêniyên li Tişrînê: Em ê berxwedanê heya serketinê bidomînin
Şêniyên li Tişrînê: Em ê berxwedanê heya serketinê bidomînin
Şêniyên li Tişrînê: Em ê berxwedanê heya serketinê bidomînin
Şêniyên li Tişrînê: Em ê berxwedanê heya serketinê bidomînin
Şêniyên li Tişrînê: Em ê berxwedanê heya serketinê bidomînin
Şêniyên li Tişrînê: Em ê berxwedanê heya serketinê bidomînin
Şêniyên li Tişrînê: Em ê berxwedanê heya serketinê bidomînin
23 nîsan, 2025   16:50
REQA
ENES MIHEMED

Berxwedana li Bendava Tişrînê dewam dike, her wiha xelkê kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê li bendavê dîlanên ku vîna gelê nîşan didin, digerînin.

Ji zêdetirî 100 rojan ve, şêniyên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser Bendava Tiştînê ne. Di çalakiyan de şênî govendan digerînin, bi diruşman banga mafên xwe yên azadî û edaletê û parastina avahiyên xizmetguzarî yên giştî dikin.

Girêdayî wê, ajansa me nêrînên hin beşdarên çalakiya nobedê ya li bendavê, girtin.

Feyad El Salih ê ji mezraya Endelus a rojavayê kantona Reqayê li ser girîngiya van çalakiyan, ji bo xurtkirina hevgirtinê di nav pêkhateyên civakê de axivî û got: "Em li vir in, ku em diyar bikin dengên me nayên tunekirin. Em ê heta misogerkirina mafên xwe, doza wan bikin."

Mihemed Elêwî yê ji bajarê Şedadê yê kantona Hesekê jî soza domandina berxwedana ku ji zêdetirî 100 rojî ve ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û pêşîgirtina li dagirkeran didome, dubare kir.

Elêwî got: "Ne dagirkeriya Tirk ne jî çeteyên wê dikarin rê li pêşiya me bigirin. Em ê heta serkeftinê berxwedanê bidomînin."

Yehya El Heşaş ê ji kantona Dêrazorê got: "Em pişta xwe didin hêzên xwe, QSD’ê. Kî aştiyê dixwaze em bangawazên aştiyê ne û kî şer bixwaze em lehengên cengan in."

(mh/fr)

ANHA