Der barê amadekariyên konferansa jinan de li Dirbêsiyê civîn

Di çarçoveya amadekariyên lidarxistina Konferansa Jinan a Sûriyeyê de, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û PYD'ê bi jinên bajarê Dirbêsiyê re civiyan.

Der barê amadekariyên konferansa jinan de li Dirbêsiyê civîn
Der barê amadekariyên konferansa jinan de li Dirbêsiyê civîn
Der barê amadekariyên konferansa jinan de li Dirbêsiyê civîn
Der barê amadekariyên konferansa jinan de li Dirbêsiyê civîn
Der barê amadekariyên konferansa jinan de li Dirbêsiyê civîn
23 nîsan, 2025   17:24
HESEKÊ

Di çarçoveya amadekariyên lidarxistina Konferansa Jinan a Sûriyeyê de, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, li hola Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de endamên saziyên sivîl, meclis û jinên bajêr amade bûn.

Di civînê de berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Mekiye Hiso danasîna meclisê kir, armanc û rêziknameya wê şîrove kirin.

Mekiye diyar kir ku meclis sîwana giştî ya tevahî tevger, partî, rêxistinên jinan û kesayetên serbixwe li Sûriyeyê ye.

Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Erîfe Bekir got çaverê bû Konferansa niştîmanî ya jinên hundirê Sûriyeyê hatibûya lidarxistin, lê ji ber bûyerên dawîn ên li Sûriyeyê hat paşxistin.

Erîfe Bekir diyar kir ku li ser sazkirina destûreke taybet a jinan xebat tê kirin, da ku maf û beşdarkirina wan di hemû qadên Sûriyeyê de werin misogerkirin û rola wan di civakê de neyê paşguhkirin.

Beşdaran jî girîngî da bilindkirina asta têkoşîna jinan ji bo ku ew bi awayekî aktîv di pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê de beşdar bin û mafên wan di civakê de werin misogerkirin.

Beriya vê civînê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi heman armancê li kantona Tebqayê jî civînek li dar xistibû. Jin bi vê yekê dixwazin bingehên beşdariya jinan di avakirina Sûriyeya nû de deynin.

(mh/fr)

ANHA