Şêniyên kantona Reqayê sersaxî ji malbata şehîd Meyar re xwest

Şêniyên kantona Reqayê sersaxî ji malbata şehîd Meyar Mihemed El Mirîî re xwest.

Şêniyên kantona Reqayê sersaxî ji malbata şehîd Meyar re xwest
Şêniyên kantona Reqayê sersaxî ji malbata şehîd Meyar re xwest
Şêniyên kantona Reqayê sersaxî ji malbata şehîd Meyar re xwest
Şêniyên kantona Reqayê sersaxî ji malbata şehîd Meyar re xwest
Şêniyên kantona Reqayê sersaxî ji malbata şehîd Meyar re xwest
13 ÇILE, 2026   13:48
REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê ji bo şêniyê bi navê Meyar Mihemed El Mirîî yê ku 11’ê Çileyê li bajarê Meskene yê rojavayê kantona Tebqayê di êrişa dronên çeteyên hikumeta demkî de şehîd bûbû, konê sersaxiyê li kolana Mutez a bajarê Reqayê veda.

Şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, partiyên siyasî, meclis û komînan herikîn bin konê sersaxiyê û merasîmek hat lidarxistin.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê Emel El Eser sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Şehîdên me di oxira welat de xwîna xwe ya pak da. Ji vir bar kirin, lê derbasî jiyaneke ebedî bûn."

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Reqayê Îsraa El Hemed jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Dema em behsa xwişk û biratiya gelan dikin ev tê wateya ku xwîna pêkhateyan tevlihev bûye."

Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd" bi dawî bû.

(b)

ANHA