Şêniyên kantona Minbicê: Em gav bi gav rêya şehîdan dişopînin

Îro şêniyên kantona Minbicê cenazeyên herdu şehîdan şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Şihadê û şervanê hêzên Komandos Elî Ehmed oxir kirin.

12 sibat 2024   18:29
MINBIC

Di merasîmê de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Minbicê, komîte û saziyên wê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kombûna Jinan a Zenûbiya, xet û meclisên sivîl, meclisên leşkerî yên Minbic û jinan, rûspiyên eşîran û bi sedan şênî beşdar bûn.

Di serî de bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk  a Minbicê Sena Receb got: "Li gor rewşa welatê me pêwîst bû ku em li hember dagirker û êrişkeran li ber xwe bidin û tê bikoşin. Îrade û hêza ku dihêle em rêya şoreşê bidomînin fedakariya şehîdan e. Em bi tu gotinan nikarin fedakariya şehîdan bînin ziman."

Sena Receb destnîşan kir kiryarên faşîzmê îradeya wan têk naçe ji ber ku ew fikrê neteweya demokratîk ê Rêber Abdullah Ocalan dişopînin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ela El Elî li ser şehadetê û wateya wê axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê nû kir.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El Cadir diyar kur ku aramî û ewlehiya ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de dijîn bi saya fedakariya şehîdan hatine pêkanîn û got: "Ji ber wê jî dagirkerî hewl dide destkeftiyên fedakariya bi hezaran şehîd wêran bike. Lê belê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gav bi gav rêya şehîdan dişopînin."

Piştre wesîqeyên şehadetê yên herdu şehîdan ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El Îdo ve hatin xwendin û ji bo malbatên wan hatin radestkirin.

Cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan û siloganên "Şehîd Namirin" hatin oxirkirin.

(mh)

ANHA