Li gundewarê Himsê gelek leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û birîndar bûn

Li çolistana Sûriyeyê mayînek bi erebeyek hêzên hikumeta Şamê teqiya. Di encamê de birîndar û kuştî çêbûn.

Li gundewarê Himsê gelek leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û birîndar bûn
12 sibat, 2024   18:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di encama teqîna mayînekê bi erebeya hêzên hikumeta Şamê de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin û 5 din, ji wan leşkerekî payebilind hatin birîndarkirin.

SOHR'ê diyar kir ku teqîn di xebatên lêgerînê de li gundê Derwîşiyê yê navçeya Cib El Cerah a rojhilatê Himsê ji DAIŞ'ê qewimî.

Birîndar ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneyê hatin birin.

SOHR'ê da zanîn ku ji destpêka 2024'an de hejmara kuştiyên di operasyonên leşkerî yên çolistana Sûriyeyê de 100 kes hatine kuştin.

(mh)